Şaredariya Bajarê Mezin bi boneya meha rojî Remezanê bernameyên cur bi cur li dar dixe û mêvanê vê carê şair Îbrahîm Sadrî û medah Yusuf Duru bûn.
Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî, bi şiara “Bihara Remezanê” bernameyên cur bi cur pêk tîne û div ê çarçoveyê de hunermendên hezkirî li meydana Mizgefta Qurşinî derdixe pêşberî hezkirîyên wan.
Şêniyên ligel malbatên xwe têne pêş bernameyan li ser mêrgê rûdinin sohbetê dikin û demeke xweş derbas dikin.
Bername piştî nimêja terawîhan dest pê dikin û di bernameya vê carê de medahê naskirî Yusuf Duru derkete pêş hunerhezan, qiseyên gelêrî, menqibe û nukteyên dîrokî pêşkêşî bîneran kir.
Piştre şairê naskirî Îbrahîm Sadrî derkete pêşberî amadebûyiyan û bi xwendina helbestên xwe demeke xweş borand.
“Bername pir xweş in”
Ercan Koyuncu yek ji beşdarên bernameyê ye, diyar kir ku li Diyarbekirê di meha rojî Remezanê de lidarxistina bernameyên weha pir baş e.
Koyuncu got ku bila bernameyên weha berdewam bikin û got, ew di tevahiya rojiyê de bernameyên Şaredariya Bajarê Mezin dişopîne.
Yilmaz Demîrel jî hestên xwe weha gotin:
“Remezan bi saya van bernameyan xweş derbas dibe. Vê derê cihekî pîroz e. Vê Remezanê jî bi bernameyan tê axaftin. Em li virê guhê xwe didin Îbrahîm Sadrî. Ligel Sadrî, li mekanên cur bi cur îsal me gelek kesên naskirî li Diyarbekirê guhdarî kirin. Ji ber vê mala Şaredariya Bajarê Mezin ava be.”