Walî Karaloglu li Qerejdaxê beşdarî fitarê bû

 

 

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, li fitara li gundê Qerejdaxa bi ser navçeya Baglarê hate lidarxistin bi welatiyan re fitirî.

Walî Karaloglu, daxwaz û boçûnên welatiyan guhdar kirin û hêviya wan ji Şaredariya Bajarê Mezin pirsî.

Karaloglu di axaftina xwe de, got ku rojî Remezan rehmet, bereket, parvekirin û famkirina derde yê dîtir li xwe digire.

Karaloglu amaje pê kir ku di meha Remezanê de wan rojî ji bo guhê xwe bidin derde welatiyan, pirsgirêkên wan guhdarî bikin wek fersendekê bi dest girtiye û got, bi vê wesîleyê her êvarê li dereke bi sifreke dî re fitara xwe dikin.

Karaloglu bal kişand ser giringiya Qerejdaxê û weha axivî:

 “Qerejdax ne tenê ji bo Diyarbekirê, her weha ji bo tevahiya herêmê cihekî giring e. Qerejdax ji aliyekî ve nirxa hevpar a Diyarbekir, Mêrdîn û Ruhayê ye. Ez van her sê bajaran mîna stûnên konekî dibînim. Qerejdax stûna bingehîn a vî konî ye. Qerejdax ne tenê bi bilindîya xwe her weha bi çanda xwe, cotyariya xwe, zexîreya xwe, dab û nêrîtên xwe nirxa hevpar a van 3 bajaran e.”  

Karaloglu diyar kir ku wan li 17 navçeyên Diyarbekirê seferberîya xizmetguzariyê daye detspêkirin û got ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi dam û dezgehan re dixebitin.  

Karaloglu, axaftina xwe weha bi dawî anî:

 “Vî bajarî, 40 salan ji ber rêxistineke zalim winda kir. Vê rêxistinê, enerjiya gel û miletî ji bêçune têk da. Niha em bizavê dikin ku vê dema ji destê me çûyî telafî bikin. Şukir ji Xwedê re li Diyarbekirê tiştên gelek xweşik çêdikin. Em hewl didin karên wisa bikin ku qelîteya jiyana xelkê bajêr bilindtir bikin. Helbet kêmasiyên me hene. Lê ji vê bawer bikin, hayê me ji pirsgirêkên li her 17 navçeyan heye. Li gorî giringîya karî em ê wan dor bi dor çareser bikin. Em ê demeke herî nêzik van kêmasiyan jî çareser bikin.”