Print this page

Li Diyarbekirê lansmana "Baskên Rojhilatê" hate kirin

 

Walî Munîr Karaloglu:

“Li Diyarbekirê bi bernameya Baskên Rojhilatê ku dê 2 rojab bidome dê 3 damezrînerên şaristaniya xwe ji Diyarbekirê ve dîsa pêşkêşî bala mirovahiyê bikin.”

Wezareta Çand û Turîzmê, bi mebesta şakarên çand û irfana Anatolyayê bi wêje, şano, sinema, wêne, muzîk û helbestên xwe ve bi nifşên nû bide naskirin bernameya “Baskên Rojhilatê” li dar dixe. 

Bi vê boneyê, bi malovaniya Walîtiya Diyarbekirê û Şaredariya Bajarê Mezin bername tê birêvebirin hêmaya bernameyê li ser berhemên Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanê ye û kesên ji berhemên wan feyz girtî û nivîsîne jî dê berhemên wan bêne nasandin.

Di bernameya ku dê di navera 28ê Nîsanê û 30ê Nîsanê maweyê 2 rojan bête lidarxistin de, bi panelên ji aliyê Zanîngeha Dîjleyê û Saziya Bilind û Tirkî ve dê panel, pirtûkên ji aliyê Gerînendetiya Pirtûkxane û Weşangeran ve têne weşandin projeya pirtûkxaneyê, performansa Koma Muzîka Klasîk a Dewletê û Şaristaniyan û belgefîlma “Hevdîtina Du Çeman” ya TRTê dê bêne lidarxistin.   

“Mixabin heta berî 20 salan xeyal bû”

Civîna danasînê li Navenda Çandê û Kongreyan a Sezaî Korakoç a bi ser Şaredariya Bajarê Mezin hate lidarxistin û Cîgirê Wezîrê Çand û Turîzmê Ahmet Mîsbah Demîrcan axivî û bal kişand ser kesayetên giring ku rojhilatê gihandine, der barê vê de wan dest bi rêze bernameyan kiriye.

Demircan weha got, “Van kesayetên mezin berhemên xwe bi Kurdî nivîsîne û ew 3 şexsiyetên mezin, şakarên çanda me ne. Bernameya me ya Baskên Rojhilatê hem dê bi kurdî hem jî bi Tirkî be. Di bernameyê de em hem wek dewlet, hem wek milet dikarin hem bi Kurdî hem jî bi Tirkî teblixan bikin. Em ê pirtûkên Kurdî bidin nasîn, li fîlmên Kurdî temaşe bikin, li stranên Kurdî guhdarî bikin. Ev tiştên gelek normal in lê mixabin berî 20 salan xeyal bû. Bi cegerdariyeke mezin û bi gavên bibiryardar em gihîştin van rojan. Înşeleh em ê gelek pêşvetir biçin.”  

Piştî axaftian Demîrcan Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu axivî û amaje pê da ku ew van 3 kesayetên giring ji Diyarbekirê ve pêşkêşî mirovahiyê dikin û got ku ew bi bernameyên rewşenbîrî, çandî û hunerî Ehmedê Xanî, Melayê Bateyî û Feqiyê Teyran bi bîr tînin û tîşka ramanên wan dîsa digihînin mirovahîyê.   

Karaloglu aşkere kir ku wek parêzgerî û şaredarî ew ê tevkariya bernameyê bikin û weha axivî:

 “Tevkariya me herî mezin, wek Şaredariya Bajarê Mezin em ê bi Gerînendetiya Pirtûkxane û Weşangeran a Wezareta Çand û Turîzmê re girêbestekê îmze bikin. Heta niha Wezareta Çand û Turîzmê 6 berhemên klasik ên kurdî weşandibûn. 3 ji wan bi hev re hatin weşandin. Wek Wezaret û Şaredariya Bajarê Mezin me weşana van berheman a Kurdî û Tirkî pêk anî. Înşelleh bi pêkanîna vê girêbestê re wek weşana hevpar a wezaret û şaredariyê em ê gelek berheman bixin ber xizmeta mirovahîyê.”

Di lansmanê de, Şêwirmenda Serokomar Gulşen Orhan, Serokê Saziya Tirkî ya Bilind Prof. Dr. Bîrol Çetîn, Midûrê Giştî yê Gerînendetiya Pirtûkxane û Weşangeran a Wezareta Çand û Turîzmê Alî Odabaş, Rektorê Zanîngeha Dîjleyê Prof. Dr. Mehmet Karakoç û Kordînatorê TRT Kurdî Kemal Gumuş amade bûn û her yekî axaftinek kir.