Cîhaza dîmengir barê DÎSKÎyê siviktir dike

 

 

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin (DÎSKÎ), bi 3 cîhazên dîmengiriya kanalîzasyonan û 1 robota frêzekirinê bi hêsantir destwerdanê li arizeyan dike û ev hem ji demê hem jî aborê teserifê tîne.

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê (DÎSKÎ), li navenda bajêr û 17 navçeyan ji bo xizmeteke modern û bi qelîte ya binesaziyê bo welatiyan bike xebatên xwe didomîne.

DÎSKÎ bi 3 cîhazên dîmengir ên kanalîzasyonê hem di warê demê de hem jî di warê aborê de avantajê bi dest dixe.

Serokatiya Daîreya Kontrol û Saxtîya Ava Beravê, bi saya 2 cîhazên dîmengir demildest destwerdanê li arizeyên xetên kanlîzasyonan dike û rê li ber kolandinên belasebeb digire.

Robotên dîmengir ên kanalan cihê arizeyê rast tespit dike, lewra jî rê li ber têkşikandina zemînê digire û lêçûna bo çareserkirinê jî tîne erzaniyê.