Bernameya “Baskên Rojhilatê” têrtijî ye

 

Bernameya “Baskên Rojhilatê” ku di navbera 28-30ê Nîsanê de ji aliyê Walîtiya Diyarbekir û Şaredariya Bajarê Mezin ve bi hevkarî tê lidarxistin dê bibe cihê bernameyên têrtijî.

Bi serperiştiya Wezareta Çand û Turîzmê, bi rêvebirina hevpar a Parêzgeriya Diyarbekir, Şaredariya Bajarê Mezin û Zanîngeha Dîjleyê bernameya “Baskên Rojhilatê” birêve diçe û Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nurî Ersoy jî dê beşdarî bernameyê bibe û bernameyeka têrtijî derdikeve pêş şêniyên Diyarbekirê.

Panela “Sê Stêrkên Rojhilatê”

Bername, 28ê Nîsanê bi panela “Sê Stêrkên Rojhilatê” dest pê dike û ve panel ji aliyê Saziya Dîroka Tirkî û Zanîngeha Dîjleyê ve tête lidarxistin.  

Panel bi 3 rûniştin dê li Navenda Kongreyan a Zanîngeha Dîjleyê bête pêkanîn û di bernameyê de akademisyen û dîroknasên pispor dê der barê berhem û berhemdariya Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran de gotaran pêşkêş bikin. Axaftinê panelê dê pişt re wek pirtûk bêne çapkirin.

Pêşangeha “Ji Feqî Heta Bi Tualê”

Hunermend Huseyin Unlu ji leheng û rûdanên di berhemên Feqiyê Teyran de derbas dibin pêşangeha “Ji Feqî Heta Bi Tualê” wênandine û ev berhemên wî dê ji bo wênehezan bêne pêşandin.  

Pêşangeh, dê 30ê Nîsanê saet 15.00 li Navenda Çandê û Kongreyan a Sezaî Karakoç bête pêşandan.

Merasîma Protokola Weşandina Klasîkên Kurdî

Piştî pêşangehê dê di navbera Wezareta Çand û Turîzmê û Şaredariya Bajarê Mezin de; ji bo pirtûkên kurdî dê ji aliyê Wezaretê ve hatine weşandin li dibistan, pirtûkxane û dezgehên civakî yên Amedê bêne belavkirin dê protokola hevkariyê bête îmzekirin.

Di bernameyê de pirtûkên Kurdî yên ji aliyê Wezaretê ve li pirtûkxaneya dîjîtal hatine siwarkirin, pirtûkên nû têne weşandin dê bêne nasandin.

Belgefîlma “Hevdîtina Du Robaran”

Di bin destpêşxeriya Wezareta Çand û Turîzmê de; galaya drameya “Hevdîtina Du Robaran” ku der barê jiyannameya Feqiyê Teyran û Melayê Cizîrî de ye û ji aliyê TRT ve hatiye amadekirin dê saet 16.00ê li Navenda Çand û Kongreyan a Sezaî Karakoç bête lidarxistin.

Konsera “Baskên Rojhilatê”

Piştî nîşandana vê belgefîlmê dê konsera “Baskên Rojhilatê” bête lidarxistin û di konserê de dê stranên ji helbesta Melayê Cizîrî “Xelqo li min kin şîretê”, “Dil ji min bir dil ji min”, “Sebahul Xeyrî ya xanim” ji helbestên Feqiyê Teyran “Zembîlfiroş”, “Ay Dîlberê”, “Yar tu yî” bêne pêşkêşkirin.

Stran dê ji aliyê stranbêj Gülşen Orhan, Erdal Elaldı, Süleyman Oduncu, İlayda Alan, Feyruşah Can ve bêne strandin.

Bername, dê dayîna fitarê ya li Meydana Mizgefta Qurşinî bi dawî were.

Agahiyên berfireh der barê “Baskên Rojhilatê” de li ser vê malperê ye: https://dogununkanatlari.com/