Walî Karaloglu, li Meydana Mizgefta Qurşinî fitara xwe kir

 

 

Karaloglu:

“Şaredariya Bajarê Mezin bi projeyên sosyal ku em cîbicî dikin li ser astê Tirkiyeyê yek ji şaredariyên pêşeng e.”

Walî Munîr Karaloglu, li bernameya fitarê ya ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve li Meydana Mizgefta Qurşinî ji bo welatiyan hate lidarxistin amade bû.

Karaloglu, silav da welatiyan û rojî Remezana wan pîroz kir û got, bila ser xêr û xweşiyê be.

Walî Karaloglu di bernameya ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Malbat û Jinan ve hate lidarxistin de axivî û got, Şaredariya Bajarê Mezin li 17 navçeyan xizmetguzariyê dike.  

Karaloglu diyar kir ku li bajarê xwedî nifûsa 2 milyonî ew hewl didin xwe bigihînin her kesî û weha axivî:  

 “Wek Şaredariya Bajarê Mezin ji binesaziya bajêr bigire heta seresaziyê, ji rêya wê, şeqamên wê, kuçeyên wê, parkên wê bigire heta bi ava wê em çêdikin, ligel vê em gelek giringiyê didin şaredartiya sosyal bi vê mebestê perwazeya xizmetguzariya me jinan, ciwanan, pîrekalan, astengdaran, xizmên şehîdan, gazîyan û her kesê muhtac li xwe digire. Şaredariya Bajarê Mezin bi projeyên sosyal ku em cîbicî dikin li ser astê Tirkiyeyê yek ji şaredariyên pêşeng e.”

Karaloglu bi bîr xist ku Diyarbekir berê bajarekî navenda şaristaniyê bûye û weha pê de çû:  

 “Diyarbekir zemanê berê çawa ku navenda hezkirinê, ya şaristaniyê û xweşbîniyê bûye, îro jî dê wisa be. Em ê tev bi hev re bibînin ku Diyarbekir yek ji navendên herî giring ê çanda pêkvejiyanê û şaristaniya Îslamê ye.”

Karaloglu bal kişand ku ji bo asmosfera manewî seh bikin wan gelek bername li dar xistine û axaftina xwe weha bi dawî kir:

 “Dil dixwest, vê atmosfera meha Remezanê her ferdê li vî bajarî dijî, her jin, her zarok, her ciwan û her welatiyê me vê atmosferê seh bike. Lewra ji b er sermayê me 20 rojên pêşîn bernameyên xwe li Navenda Çandê û Kongreyan a Sezaî Karakoç li dar xistin. Van rojên dawîn me bernameyên xwe anîn meydana Mizgefta Qurşinî.”

Piştî axaftina Walî Karaloglu bername bi lêxistina muzîkê bi dawî hat.