Panela “Sê Stêrkên Rojhilatê” birêve çû

 

Bi malovaniya Walitîya Diyarbekir û Şaredariya Bajarê Mezin di çarçoveya bernameya “Baskên Rojhilatê” de palnela “Sê Stêrkên Rojhilatê” hate lidarxistin.

Bi serkêşiya Wezareta Çand û Tırîzmê, bi hevkariya Walîtiya Diyarbekir, Şaredariya Bajarê Mezin û Zanîngeha Dîjleyê bernameya “Baskên Rohilatê” bi panelê dest pê kir. 

Panela “Sê Stêrkên Rojhilatê” bi hevkariya Saziya Dîroka Tirkî û Zanîngeha Dîjleyê bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir.

Panel li Navenda Kongreyan a Zanîngeha Dîjleyê bi 3 rûniştinan birêve çû û tê de dîroknas û akademîsyenan der barê jiyan û berhemên Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran de nirxandin kirin.

Axaftina vekirinê ji aliyê Alîkarê Wezîrê Çand û Turîzmê Ahmet Mîsbah Demîrcan ve hate kirin û hate gotin ku bi serperiştiya Walî Munîr Karaloglu, li bajêr di warê çandî û dîrokî de xebatên girîng têne meşandin.

Demircan bi bîr xist ku piştî Seda Çînê li ser astê cîhanê Sûrên herî mezin li vî bajarî ne û got, xebatên restorekirina van sûran bi pêjinkarî têne pêkanîn.  

Demîrcan diyar kir ku li ser banga Walî Munîr Karaloglu ji bo nasandina 3 kesayetên girîng proje bi pêş xistine û weha axivî: 

 “Serê salê walîyê hêja ji Diyarbekirê deng kir: go ‘Kerem ke’. Wek wezaret me got, wî îsal Diyarbekir wek sala Feqiyê Teyran ragihand. Me got, nexwe em Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî jî deynin teniştê û vê bernameyê bi hev re li dar bixin. Vê heyamê TRT fîlma Feqiyê Teyran û Melayê Cizîrî kişand, ev xebata wan salekê kişand. Destxweşiyê li TRTê dikim.”

“Em ê mohrekê li dîrokê bixin”

Walî Munîr Karaloglu jî diyar kir ku di warê çandî û dîrokî de gelek giring e ku bi xebatekê em van her 3 şakaran tînin cem hev.  

Karaloglu, weha axivî:

 “Xebatên zanistî, teblixên ku dê ji vê derê berceste bibin wek Şaredariya Bajarê Mezin em ê hem bi kurdî hem jî bi tirkî çap bikin. Em ê mohrekê li binê tarîxê bidin. Ji ber lidarxistina vê bernameya “Baskên Rojhilatê” ez spasiyên xwe li hêja Wezîrê Çand û Turîzmê û Cîgirê Wezîr dikim.”

Rektorê Zanîngeha Dîjleyê Prod. Dr. Mehmet Karakoç, Serokê Saziya Dîroka Tirkî Prof. Dr. Bîrol Çetîn û hin akademîsyenan di bernameyê de axaftin kirin û Rawêjkara Serokomariyê Gulşen Orhan, Midûrê Giştî yê Pirtûkxa û Çapxaneyên Wezareta Çand û Turîzmê Alî Odabaş, beşdarên netewî û navneteweyî di bernameyê de amade bûn.

Gotarên ku dê bêne pêşkêşkirin bi dû re dê wek pirtûk bên weşandin.  

Salname Lêgerîn

« Hezîran 2023 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30