Şaredariya Bajarê Mezin, bi boneya meha rojî Remezanê bernameyên cur bi cur li dar dixe, vê carê qesîdebêj Mesûd Kurtîş derxist pêş ehlê Diyarbekirê.
Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya bernameyên ku yên bi şiara “Bihara Remezanê” li dar dixe de hunermendên hezkirî û naskirî derdixe pêş şêniyan.
Di çarçoveya bernameya ji aliyê Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî ve hate lidarxistin de Mesûd Kurtîş, qesîdên xwe yên hezkirî gotin.
Di bernameya li Navenda Çandê û Kongreyan a Sezaî Karakoç de Kurtîş, qesîdên xwe yên xweş gotin û beşdaran jî lê vegêra.
Piştî konserê Şaredariya Bajarê Mezin plakêtek teqdîmê Kurtîş kir.