Li navçeya Sûra tarîxî cihekî nû: Akademî Zanko

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo xwendekarên zanîngehên karibin helkeftên xwe yên çandî û hunerî lê dabîn bikin şûngehek bi navê Akademî Zanko xist ber xizmetê.

Şaredariya Bajarê Mezin, li navçeya Sûrê şûngehek nû ji bo ciwanên zanîngehê vekir, ku xwendekar karibin li vir helkeftên zanistî, hunerî, çandî, muzîk, raman û edebî li dar bixin û plansaziya siberoja xwe tê de çêkin mala Diyarbekir a tarîxî da ber xizmeta ciwanan.  

Gençlik ve Spor Hizmetleri Daire Başkanlığı bünyesinde hizmet verecek olan Akademi Üniversite’de şiir, müzik dinletileri, film günleri, sosyal etkinlikler, gezi faaliyetleri düzenlenecek. Üniversite öğrencilerine okudukları bölümler ile ilgili her basamakta destek verilecek.

Ev navend li gorî taybetiyên xwendekarên zanîngehê hatiye çêkirin, her 7 rojên hefteyê dê sibe ji saet 10.00 heta saet 12.00ya şevê vekirî be.

“Virê dê ji me re pir bikêr be”

Alîkara Dekanê Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Dîjleyê Hîndekar Dr. Fahrunnîsa Kazan, got ku ew bi xwendekarên xwe re li Akademî Zankoyê dersa xwe îcra dike.  

Kazan bal kişand ku wê bi xwendekarên xwe re ji bo nasîna şûnwarên tarîxî yên Diyarbekirê gera xwe li Akademî Zankoyê bi dawî aniye û weha axivî:

 “Me dersa xwe li dereke weha li gorî naveroka dersa xwe bi dawî anî. Ji ber vê derfetê ez spasiya Şaredariya Bajarê Mezin dikim. Vê derê dereke xweş e ku xwendekarên zanîngehê karin lê kom bibin, pirtûkan bixwînin, bêhna xwe vedin.”

Xwendekarên zanîngehê Faruk Gunduz jî diyar kir ku li ser pêşniyaza mamosteyên xwe hatiye virê.

Gunduz weha got, “Me pir eciband. Vê derê cihekî xweş û bêhnhatî ye. Li vir îkrama çay û qehweyê bêpere ye, were çaya xwe vexwe û kitêba xwe bixwîne.”

Salname Lêgerîn

« Hezîran 2023 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30