Print this page

Av bo Keleha Zerzevanê hate girêdan

 



Gerînendetiya Giştî ya Avê û Kanalîzasyonê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ), xebatên xwe yên ji bo ava Keleha Zerzevanê girê bide dabûn destpêkirin gihandin encamê.

DÎSKÎyê, ji bo ava Keleha Zerzevanê ku li gundê Zêrzevîn e peyda bike li gundê Qesra Mala Alî bîrek veda û ji wê bîrê av berdan kanîyên kelehê.   

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, serdana Keleha Zerevanê kir û xebatên kişandina avê ya bo kelehê saxtî kirin û der barê wê de agahî ji xebatkaran wergirtin.

Tutşî, kêfxweşiya xwe bi avîbûna Keleha Zerzevanê derbirî û got ku piştî xebatên seresazî û binesaziyê dê bêhtir turist serdana vî warê dîrokî bikin.