"Pêşbirka Helbestê ya Fetha Diyarbekir” bi dawî bû

 

 “Pêşbirka Fetha Diyarbekir” ku bi boneya salvegera 1383 ya standina Diyarbekirê bi Kurdî û Tirkî hate lidarxistin gihîşte encamê.

Şaredariya Bajarê Mezin, bi boneya ku Artêşên Îslamê berî 1383 salan Diyarbekir stand pêşbirka “Helbestên Fetha Diyarbekirê” li dar xist û serketiyên vê pêşbirka bi kurdî û tirkî aşkere bûn.

Di beşa kurdî de Bîlal Guler bi helbesta “Fetha Mubarek” xelata yekê, Mustafa Turan “Selam Ey Diyarbekir” xelata duyê û Hamît Oztekîn bi helbesta “Fetha Mubîn” xelata sêyê wergirt.

Di beşa Tirkî de jî helbestên Îbrahîm Şaşma, Ahmet Tanyildiz û Mehmet Gulsever hêjayî xelatan hatin dîtin.

Pêşbirka ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin û Egitim-Bir-Senê ve bi hevkarî hate lidarxistin serkeftî dê bêne xelatkirin.

Helbestên serkeftî dê bo stran bêne amadekirin û di pîrozbahiya sala pêş de bêne pêşkêşkirin.