Xwendekarên Mala Zanînê Roja Dayikan pîroz kir

 

Malên Zanînê yên di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin de perwerdeyê didin, bi bernameyên cur bi cur pêşwazî li Roja Dayikan kir.

Malên Zanînê ku di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê de perwerde û xebatên çandî û civakî dimeşînin bernameya Roja Dayikan li dar xist.

Di bernameya li Mala Zanînê ya Selahadînê Eyûbî ya li Sumerparkê de; xwendekaran nivîs û helbestên ji bo dayika xwe nivîsîne xwendin.

Di bernameyê de stran û lorikên dayikan hatin gotin û dayik û perwerdekarên di bernameyê de amade van deman hestyar bûn.

Mamoste û dayikan, stran û lorikên zarokan ji pê ve bi çepikan pêşwazîkirin.

Bernameya taybet a Roja Dayikan, bi girtina wêneyê tomerî bi dawî hat.