DÎSKÎ deverên rîskdar çak dike

 

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ), li deverên ku dema barînê heye av lê rabe û bibe lehî xebatên bypassê meşandin.

Ekîbên DÎSKÎyê, li devera Duryana Rêya Alayê û Rêya Mêrdînê ya Nû ku yek ji xetên kolektorê ye ku şebekeyên kanalîzasyonê lê digihêjin hev xebata çaksazî û bypassê meşand.

Ekîban, du rêz xeta bypassê li vê derê ava kir da ku demên barînan av bi ser de neçe û nebe lehî û neherike nav rê û rêbaran.  

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, xebatên vir saxtî kirin û bi bîr xist ku bi salan e niştecihên vê deverê gazin ji lêmiştrabûna vê derê dikir û got, wan ev kêşe safî kir.