Print this page

Walî Karaloglu, xebatên şaredariyê venêrtin

 

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, di mesaîya xwe ya dawiya hefteyê de xebatên li Nava Sûrê û Girê Çilsiwaran têne meşandin raçav kirin.

Walî Karaloglu, serê pêşîn xebatên restorekirina li ser Mala Çandê ya Diyarbekirê ku ji aliyê Weqfa Danasîna Çandê û Alîkariyê ya Diyarbekirê ve tête meşandin raçav kir. Karaloglu der barê xebatê de agahî wergirtin û got, “Em xwedî li dîroka xwe derdikevin û Diyarbekirê digihînin siberojê.”

Walî Karaloglui pişt re li navçeya Sûra qedîm serdana Navenda Çandê ya Jinan, Dêra Qedîm a Miryemayê û Mala Zimanzan û Nivîskarê Suryan Naum Faîk Palak kir.

Karaloglu di axaftina vir de got, “Em xwedî li xezîneyên Diyarbekirê derdikevin û pê re bajarê xwe îhya dikin.”

Karaloglu, piştre serdana Seyrangeha Geliyê Dîjleyê ku li qontara Girê Çilsiwaran ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve hatiye çêkirin, kir.

Karaloglu raçavî li seyrangehê kirin û ligel şêniyên ku hatibûn seyrangehê çay vexwar, sohbet kir.