Dezgehê Parzinandina Avê ya Bismilê avantaja xwe heye

 



Dezgehê Parzinandina Avê ya Bismilê ku ji aliyê DÎSKÎyê ve karê çêkirina wê dewam dike, xudan unîteya zuwakirina heriğe ya solar e û ev unîte gelek bikêr e ji bo jîngehê.

Dezgehê Parzinandina Avê ya Bismilê ku dê Çemê Dîjleyê û jîngeha wê biparêze li ber qedandinê ye.

Di dezgehê de li ser 2 hezar û 400 metrekareyî unîteya zuwakirina heriyê ya solar tê çêkirin, rojane dê 15 ton herî bi rêbaza hilmkirinê dê ji sedî 90 jê bête zuhakirin û di kargehên çîmentoyê de bête bikaranîn.

“Dezgeh 5ê Hezîranê Roja Jîngehê dikeve dewrê”

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, li ser Qeymaqamê Bismilê Enver Hakan Zengince xebatên çêkirinê raçav kirin û got, ev dezgeh ji bo jîngehê gelekî giring e û ew ê di 5ê Hezîranê Roja Jîngehê ya Cihanê de bixin ber xizmetê.

Tutşî, bi bîr xist ku ev dezgeh dê jiyana xwezayî li navçeyê biparêze û Çemê Dîjleyê dê bi saya vî dezgehî ji qirêjbûnê bête parastin û got ku xebatên avakirin, eletrîk, mekanîkê li ber qedandinê ne û xebatên hawirçakiyê dest pê kirine.