Print this page

Der barê nexweşiya çolyakê de semînerek

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo balê bikêşe ser nexweşiya çolyakê semînerek li dar xist.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, ji bo balê bikêşe ser nexweşiya çolyakê ku ji ber alerjîya glutenê peyda dibe semînereke hişyarkirinê pêk anî.

Semîner bi rasthatina “9ê Gulanê Roja Hişyariya Der Barê Çolyakê ya Cîhanê” bi beşdariya malbat û nexweşên çolyakê li Sumerparkê birêve çû û Dîyetîsyena Nexweşxaneya Nexweşînên Zarokan Şenay Damla, der barê nexweşiyê de agahî dan.  

Damla, bi bîr xist ku nexweşiya çolyakê proteîna glûten ku genim, ceh û garisî de heye dibe sebebe vê nexweşiyê û der barê nîşanên wê de agahî dan.

Damla, piştî semînerê pirsên nexweşan û malbatên wan bersivandan.

Destek bo nexweşên çolyakê berdewam e

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, ji bo 626 nexweşên li 17 navçeyan pere razand hesabên wan û ji bo beşdarên semînerê jî 100 pakêtên zexîreya li gorî çolyakê li beşdaran belav kir.