Bi serokatiya Walî Munîr Karaloglu, bi boneya 1383emîn a salvegera standina bajarê Diyarbekirê ji aliyê artêşa Îslamê ve û bo bernameya Eshabê Kehf civîneke nirxandinê hate lidarxistin.
Civîn, li Salona Hevsêlê ya Parêzgeriyê bi beşdariya nûnerên Walîtiya Diyarbekirê, Zanîngeha Dîjleyê, Şaredariya Bajarê Mezin, Gerînendetiya Perwerde, Çand û Turîzmê, Miftîtiya Bajêr û Saziyên Civaka Sîvîl birêve çû û di civînê de çalakiyên dê ji bo fethê bêne lidarxistin, hatin nirxandin.
Walî Karaloglu, di axaftina xwe de bi bîr xist ku Diyarbekir ji bo Îslamê bajarekî giring e û da zanîn ku ev bajêr 9 salan piştî standina Mekeyê û salekê piştî standina Qudsê di serdema Îmam Omer de hatiye standin.
Karaloglu amaje pê kir ku ev 1383 sal e Diyarbekir bajarê îslamê ye û got ku çalakiyên boneya fethê birêve diçin dê giringiya vî bajarî ya ji bo îslamê careke din nîşanî raya giştî bide.
Sempozyûma Sezaî Karakoç birêve diçe
Karaloglu aşkere kir ku di nav hefteya fethê de dê ev sempûzyom bête lidarxistin û got ku hêmaya sempozyuma îsal dê nivîskar, şair û hizirmend Sezaî Karakoç be, heçî Karakoç e ji fethê nayê cudakirin û got, Karakoç şair û hizrmendek e ku bi bîr û boçûna fethê gihaye.
Karaloglu diyar kir ku armanca wan ew e ku vê kelecana fethê di dilê civakê de şîn bikin û hemû beşên civakê beşdarî di bernameyên wan de bikin û got, ez dilniyame ku bi van çalakiyan Diyarbekir ji nû ve hişyar bibe.
Li Licê bernameya Eshabê Kehf heye
Di hefteya Fethê de ji pêşangehan bigire heta pêşbirkên helbest û gotaran, ji dîwanên dengbêjan heta panel û gotûbêjan dê gelek bernameyên cur bi cur bêne lidarxistin û her weha navçeya Licê jî dê malovaniya ji bernameya Ehsabê Kehf re bike.
Çalakî dê 24ê gulanê bi panel abi beşdariya akademîsyenan dest pê bike û 28ê gulanê jî bi bernameya “Hişyarî” ya li ber deriyê Şikefta Ehsabê Kehf bi dawî bibe.
Di çarçoveya bernameyan de bi beşdariya Bahadir Yenîşehîrlîoglu, Nurullah Genç û Selîm Cerrah gotûbêj bêne lidarxistin.
Kitêba Ehsabê Kehf bi Kurdî jî çap dibe
Kitêba Ehsabê Kehf ku sala par ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve hate weşandin îsal ligel Tirkî dê bi Kurdî; Kurmancî-Zazakî û Îngilîzî bête çapkirin.