Print this page

Kampanyaya “Diyarbekireka Paqij” dest pê kir

 

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo pêkanîna Diyarbekireke paqij kampanyaya “Diyarbekira Herî Paqij” da destpêkirin.

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta hestyarî bo parastina jîngehê û handana bo vêkdana madeyên veberanînê, ji bo der barê mijarên suriştî de baldarî çêbe û berpirsyariya hemberî xwezayê û civakê bi pêş bikeve û ji bo pêkanîna îdeala Diyarbekira herî paqij danasîna kampanyaya “Diyarbekira Herî Paqij” kir.  

Civîn li otêleke li navçeya Peyasê birêve çû û Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Ayhan Kardan got, Diyarbekir bi aqarê xwe li Tirkiyeyê bo mezinahiyê di rêza 10ê de û ji bo nifûsa xwe jî di rêza 14ê de ye.   

Kardan diyar kir ku Diyarbekir bi hemû aliyên xwe ve bajarekî mezin e û got, ji ber vê her roj qasî 2 milyon û 328 hezar û 784 kîlogram gelaş lê peyda dibe. Kardan got ku pêkhateyên bajêr beşdariyê tê de nekin karûbarê paqijkirina wê ewqasî hêsan nabe.

“Hişmendiya jîngehê li Diyarbekirê tê bipêşxistin”

Kardan bi bîr xist ku ji bo bajêr ji depokirina bêserober rizgar bike Şaredariya Bajarê Mezin projeya EKAY bi pêş xistiye û weha axivî:

 “Ji bo em gelaşî tevê dagerînin enerjiyê em ê ji vir pê de jî projeyên xwe bi pêş bixin. Armanca me ji vê kampanyayê ew e ku em gelaşî, bi rêya berhemanînê ji nû ve jê îstîfade bikin, zirara ku ji bermayên kîmyewî çêdibe kêm bikin, hişmendiyeke jîngehparêziya hêjayî Diyarbekirê bi pêş bixin. Divê em bizanibin paqijiya herî mezin neherimandina bajêr bi xwe ye, Diyarbekir heq dike ku bibe bajarê herî paqij û em dixwazin wek pêkhateyên rêvebirina bajêr xwe bidin ber vî barî.”

“Divê em tev xwe bidin ber vî barî”

Kardan amaje pê kir ku bi drûşma “Vejîna li Sûran” xebatên paqijî, restorasyonê têne meşandin û hawirdora wan ji avahiyên qaçax tê valakirin û weha axivî:

 “Me qonaxeke mezin birî. Her kes vê xebatê bi rêzdarî nîşan dide. Gava me dest bi xebata Vejîna Li Sûran kirî pirsgirêka me ya herî mezin, nava sûran tijî gend û gilêş bûn. Yek tê qirşikan diavêje hundirê wê, yekî din tê ew jî li ser zêde dike. Ligel ku gilêşdankên me hene jî dîsa kuçşe û kolan, rê û rêbar û seyrangehên me têne edimandin. Em bi topan gendê lê berhev dikin. Ev bizav ji bo paqijiyeke bi serober dibin asteng. Gava em mezinahiya Diyarbekirê bidin ber çavên xwe, jê re enerjîyeke mezin, barê karekî giran divê, gelek mesrefê dixwaze. Divê em hemû milê xwe bidin bin vî barî.”  

“Em ê bi hev re bi ser bikevin”

Kardan aşkere kir ku mîna hedimandinê nehedimandin jî helwestek e û weha got:

 “Ku hewce be em ê gilêşê xelkê avêtî rakin, em ê bi edeb wan hişyar bikin. Em ê bi hev re vî îşî çareser bikin. Bi serê xwe ev kampanya bikêrî tu tiştî nayê, ev niyeteke baş e. Em hemû welatiyan, hemû dam û dezgehan ji bo vê kampanyayê vedixwînin. Ya herî paqij, herî baş, herî bijûn, ji bo me hemûyan ‘Diyarbekira paqij e.”

Kardan sloganên kampanyayê jî weha aşkere kirin, “Gelaşan bavêjin gelaşdankê, neavêjin erdê”, “ber deiyê mala xwe, dikana xwe paqik bikin”, “cihên seyranê qirêj nekin”, “bermayên ambalaj ji hev biqetînin”, “kêmtir plastîkan bi kar bînin”, “berhemên berhemanîna wan heyî bi kar bînin”, “rûnê bermayî nerêjin destşokan”.

“Her fikra bo Diyarbekira paqij ser çavên me”

Kardan diyar kir ku ew ê ji bo bigihêjin îdeala “Diyarbekira herî paqij” bixebitin û weha axaftina xwe dawî anî:

 “Em dixwazin bi beşdariya hemû dibistan, dam û dezgeh, saziyên civaka sîvîl, esnaf û bazirganên xwe kampanyaya Diyarbekira paqij bi pêş bixin. Her proje, bîr û boçûna ku dê xizmetî vê kampanyaya me bike em datînin ser serûçavên xwe. Em ê hemû hewldanên di vî warî de pê re bin. Bi taybetî projeyên xwendekarên ji bo me giring in. Hem şaredarî hem jî parêzgerî em ê destekê bidinê. Bila kampanyaya me ser xêrê be. Bila Diyarbekir bibe bajarê herî paqij.”  

Di civînê de Serokê Parastin û Kontrola Jîngehê Necîm Şeuban jî der barê kampanyayê de gotarek pêşkêş kir.