Print this page

Xwendekarên Bismilî çûn pêş sînemayê

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo xwendekarên li navçeyê perwerde dibin bernameya temaşekirina sînemayê li dar xist.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê, ji bo 100 xwendekarên di Akademî Lîseya Ehmedê Xanî ya Bismilê de perwerde dibin fîlma “Min Xewnek Dît” a Murat Çerî pêşan da.

Xwendekar bi wesayita ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve hate terxankirin hatin hildan û anîn pêş sînemayê. Di ber fîlmê re garisê peqpeqok îkramî xwendekaran kirin.

Mehmet Emin Gul xwendekar e, diyar kir ku wî bi kêf fîlm temaşe kiriye û ji ber vê helkeftê gelekî bextewar bûye.

“Aktîvîteyên xweş tên lidarxistin”

Gul bi bîr xist ku li vê navçeyê derfet nîn e ku biçin pêş sînemayê û weha axivî:  

 “Ez cara pêşîn e diçim pêş sînemayê lewra ji bo min gelekî xweş bû. Em tev gelek bextewar in, em gelek bi kelecan in. Em aktîvîteyên xweş dikin. Diçin pêş sînemayê, em digerin. Em diçin deverên xweş ku xwendekar pê zana dibin. Ev bo me gelek xweş in.”

Zeynep Baran jî diyar kir ku ji ber dersan ew gelek diwestin lewra jî bernameyên weha bêhna wan tîne û wan li xebatê germ dike.

Baran got ku ev aktîvîte bi kêrî wan tên û weha axivî: “Berî niha ez neçûbûm sînemayê. Ez cara pêşîn diçim, ligel heval û mamosteyên xwe me û gelekî kêfa min têt.”

Kubra Baran jî bal kişand ku li Akademî Lîseyê ligel dersan ew hin aktîvîteyan jî dikin.

Baran diyar kir ku Akademî Lîse di her warî de destekê bi wan re dike û weha axivî:

 “Ez Akademî Lîseyê pêşniyaz dikim. Dema me li virê gelek bikêr û xweş derbas dibe. Gelek keda mamosteyan li ser me heye.”

Şaredariya Bajarê Mezin, dê ji bo xwendekarên Mala Zanînê, Akademî Lîseyan û hemû dibistanên navçeyan ên bi ser Wezareta Perwerdeyê bernameyên temaşekirina sînemayê li dar bixe.