Şaredarî rê û rêbarên nû çêdike

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta barê trafîkê siviktir bike û xizmeteke baştir bide welatiyan rê û bulvarên nû çêdike.

Serokatiya Daîreya Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê, bi mebesta barê trafîkê siviktir bike li navçeya Yenîşehir û Peyasê dest bi çêkirina bulvar û rêbarên nû kir.

Serokatiya Daîreya Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê, li navçeya Peyasê di navbera Cadeya Mesût Yilmaz û Bulvara Necmettin Erbakan de rêbareke nû çêdike.

Her weha li navçeya Yenîşehirê jî li devera TOKÎya Uçkuyularê Bulvara Şêx Seîd û Cadeya Pasûr digihîne xebata firehkirina rê dimeşîne û qismê 600 metre hate vekirin û 20 hezar ton pmt û 7 hezar û 500 ton qîra germ dadirêjê.

Her weha ekîban berê xwe da TOKÎ2 ya Uçkuyularê û ji bo firehkirina Bulvara Ali Gaffar Okkan jî xebat dan destpêkirin.

Şaredariya Bajarê Mezin, piştî ku xebata binesazî û seresaziyê li cade û bulvaran bi dawî anî dê van rê û rêbaran bide ber xizmeta welatiyan.