Hefteya Astengdaran hat pêşwazîkirin

 

Şaredariya Bajarê Mezin, 10-16ê Gulanê Hefteya Astengdaran bi çalakiyên cur bi cur pîroz kir.

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta astengdar bêhtir beşdarî jiyana civakî bibin ligel kursên ji wan re li dar xistine aktîvîteyên cur bi cur jî ji astengdaran re organîze dike.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, bi boneya 10-16ê Gulanê Hefteya Astengdaran li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê helkeftek li dar xist.

Serokê Daîreya Xizmetên Civakî Hayrullah Akyildiz, axaftinek kir û Hefteya Astengdaran pîroz kir.

Akyildiz behsa xebatên ji bo astengdaran kir û weha axivî:

 “Ji bo me hefte an jî roj giring nîn e, em her roj li ba astengdarên xwe ne, li ber emrê wan amade ne. Şaredarîyê ji bo her beşê astengdaran kurs vekirine. Li Diyarbekirê me du malên bêhnvedanê vekirine. Malbatên me tên wir bêhna xwe vedidin, gava ew karên xwe dike em jî ji astengdaran re xizmetê dikin.”

Piştî axaftinê berhemên ku astengdaran di kursên Şaredariya Bajarê Mezin de çêkirine hatin pêşandan.

Di bernameyê de astengdaran lepên xwe rengandin ser kaxizê, govend gerand û Koma Muzîkê ya Bêasteng stranên xwe pêşkêş kirin.