Gerînendetiya Giştî ya Avê û Kanalîzasyonê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ), bi ÎLBANKê re projeya “Av û kanalizasyona Licê” dimeşîne û xebatên vê projeyê berdewam in.
Projeya ku dê pirsgiêka avê û kanalîzasyonê ya navçeya Licê heta sala 2050ê çareser bike ji aliyê DÎSKÎyê ve tête meşandin.
Ekîban, bi boneya projeyê heta niha 24 hezar û 670 metre kanalîzasyon, 12 hezar û 300 metir xeta avê hate danîn û depoyên avê yên 500 û 700 metrekup av hilgir tên avakirin, ji sedî 70 karî pêk hatiye.
Xebatên projeyê dewam dikin û Gerînendetiya Giştî ya DÎSKÎyê, bi çapên cur bi cur dê 16 hezar û 330 metir kanalîzasyonê û 52 hezar û 700 metir jî xeta avê dabîn bike.
Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, qeymaqamê Licê Muhammed Evlice, Medûrê Herêma Diyarbekirê yê ÎLBANKê Suleyman Halit Bayrak xebat raçav kirin û der barê xebatan de agahî wergirtin.