Bazara sergirtî ya Diyarbekirê amade dibe

 

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo welatî dema danûstandina xwe dikin li ber şilî û barînan zivir nebin, xwe amade dike ku bazara sergirtî ya bajêr bixe ber xizmeta şêniyan.

Bajara sergirtî ji aliyê Serokatiya Daîreya Karûbarên Fenî ve tête çêkirin û mebesta vê bazarê ew e ku welatî li cihekî sergirtî karibin bazara xwe bikin û ji xwe re tiştên pak û baş bistînin.

Bazara sergirtî li ser Bulvara Qamişlo ya navçeya Baglarê tête çêkirin, lêkirina avahiya bazarê temam bûye, niha xebatên hawirçakîyê, girêdana ceyranê û tekûzkirina binesaziyê tên kirin.

Piştî ku xebatên wê bi encam hatin Şaredariya Bajarê Mezin li ber e demeke herî nêzik bazara sergirtî bide ber xizmeta welatiyan.

Bazara sergirtî

Ev cure bazar li bajêr cara pêşîn tête çêkirin û bazar li ser aqarekî 4 hezar û 848 metrekareyê tête avakirin û di nava bazarê de 68 dezgehên danûstandinê, kafeterya, jûra kargêrî û zabite û mizgeft hene.