DÎSKÎ destwerdana ava qaçax dike

 

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ), li seranserê bajêr li dijî deverên ava qaçax lê tête bikaranîn mudaxele kir.

Serokatiya Daîreya Ava Vexwarinê, ji bo welatî di warê bikaranîna avê de mexdûr nebin di saetên dereng ên şevê de mudaxele li qaçaxî bikaranîna avê pêk anîn.

Ekîbên guhdarîkirina akûstîk, li navçeya Yenîşehir, Peyas, Baglar û Sûrê arizeyên avê yên ku tespit kirine, bêyî ku avê bibire çareser dike.  

DÎSKÎ, ji bo yek dilopa avê ziyan nebe dê li tevahiya bajêr xebatên xwe dijî bikaranîna qaçaxî ya avê bidomîne.