DÎSKÎ ekîpmana avê nû dike

 



Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ), ji bo ava vexwarinê bê kêmasî bide bajêr parzinga xeta peşkinînê ya li ser 23 kîlometirê guhart. 

Ekîbên DÎSKÎyê, xwe gihand gundê Şawikî yê bi ser navçeya Gêlê û pariznga avê ku ji sala 2001ê ve ye tête bikaranîn, guherî.

Ekîban, dema parzing guherand ji bo di qelîteya avê de çi kêmasî çênebin xebata paqijî û dezenfektekirinê meşand. Xebat nêzî 8 saetan dewam kir û dema xebatê de li navenda bajêr av nehate birîn.

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, xebat saxtî kirin û der barê xebatê de agahî ji xebatkaran wergirtin.