“Meşa Fethê” hate pêkanîn

 

Bi boneya 1383ê ya Fetha Diyarbekirê ji ber Mizgefta Fetihê heta ber Mizgefta Hezretî Silêman ku qebrên sehabîyên şehîd lê ye, meşek hate lidarxistin.  

Bi boneya helkefta “Hefteya Fethê” ya bi serperiştiya Şaredraiya Bajarê Mezin birêve diçe, bi beşdariya Walî Ali Ihsan Su, parlamenter, nûnerên partiyên siyasî, saziyên civaka sîvîl û welatiyan li kampûsa Zanîngeha Dîjleyê ku artêşa îslamê meqerê lê danîbû, li mizgefta Fetihê ji bo “Meşa Fethê” li hev kom bûn.

Meş, ji wir heta Mizgefta Hezretî Silêman ku qebrê eshabîyên di fethê de giyanê xwe ji dest dane lê ye, bi meşale û tekbîr û selawatan hate pêkanîn.

Piştî nimêja sibê ya li Mizgefta Hezretî Silêman li ser qebrên hesabîyan Quran hate xwendin û dua hatin kirin.

Cîgirê Serokê AK Partiyê Numan Kurtulmuş,  li ser watedarî û giringiya rojê axaftinek kir.

Bername, bi duaya Miftiyê Diyarbekirê Lutfu Îmamoglu dewam kir û paşê Numan Kurtulmuş, Walî Su û giregirên beşdar şorbenîsk îkramî beşdaran kirin.

Mewlûd hate xwendin

Berî nimêja înê jî li Mizgefta Mezin bi boneya “Hefteya Fethê” mewlûdek hate xwendin, qesîde hatin gotin. Miftî Îmamoglu der barê fethê de agahî dan welatiyan û bal kişand ser giringiya Amedê di ferhenga îslamê de.

Salname Lêgerîn

« Tebax 2022 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
1 2 3 4 5 6 7
8 9 10 11 12 13 14
15 16 17 18 19 20 21
22 23 24 25 26 27 28
29 30 31