Print this page

DÎSKÎ ji bo rewşa lezgîn amade ye

 

 

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Diyarbekirê, Stasyona Pompeya Rewşên Lezgîn ku ji bo hawar û tengaviyan xiste dewrê ji sertapê di çaksaziyê re borand.

Ekîbên DÎSKÎyê, Stasyona Pompeya Rewşên Lezgîn ku ji bo hawar û tengaviyan xiste dewrê ji sertapê di çaksaziyê re derbas kir.

Ekîban, di çarçoveya xebatên çaksaziyê de, ekîpmanên elektrîk-mekanîk û pempe di ber çav re borandin. Banê avahiyê hat saxtîkirin, rûyê ber û hundir hate boyaxkirin û jûrên neqilkirinêhatin paqijkirin.

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, çû gundê Şawikê yê Gêlê ku Stesyona Pompeyan lê ye û der barê xebatan de agahî ji xebatkaran wergirt.

Tutşî, diyar kir ku pompeya rewşên lezgîn ji bo bajêr gelekî giringiya xwe heye û got, heke pompeya heyî arize pê bikevin ew ê vê pompeyê bixin dewrê û got, mebesta ew e ku di tengasiyê de bajarê Diyarbekir bê av nemîne.