Rêya Kevin a Mêrdînê tê nûkirin

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin, 4,3 kîlometir Rêya Kevin a Mêrdînê ku li navçeya Sûrê ye û bi Rêya Nû ya Mêrdînê ve tê girêdan xebata nûkirin û firehkirinê da îhaleyê.

Serokatiya Daîreya Çêkirina Rê û Kordînasyona Binesaziyê ji bo çaksaziya Rêya Kevin a Mêrdînê îhale pêk anî. Ev rê li navçeya Sûrê ye û di çarçoveya bernameya 2021’ê ya çaksaziyê de tê plankirin xebat li ser rê bê kirin. 

Li ser Rêya Kevin a Mêrdînê ji Pira Kabê heta Rêya Mêrdînê ya nû 4,5 kîlometir erdê dê xebata firehkirina rê, çêkirina pirê bête meşandin, 500 metir dîwarbend û avahiyên hunerî ji sertapê bêne nûkirin.

Bihorka jêr a li cihê Kargeha Tekelê ya kevin dê bête firehkirin û li dirêjiya wê de li şûna pira kevin a rê digihande gundê Çarixlî pireke nû ya 71 metre dê bête çêkirin.

PiÅŸtî xebat çaksaziyê bi encam bû dê peyarêyeke 3 metir fireh, stûnên ronahiyê bêne çêkirin, rê dê 14 metre fireh be û bikeve ber xizmeta welatiyan. Â