Walî Su:
Bajarê me ji her alî ve xwedî potansiyeleke giring e, bi rastî jî xwedî florayeke gelekî dewlemend e. Lewra bajarê me ji bo mêşvanan jî, hem bi kîşwera xwe hem jî bi floraya xwe cihekî bêhempa ye.”
Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta pêşxistina mêşvaniya modern piştgiriya amûr û ekîpmanan bi mêşvanan re kir.
Walî Alî Ihsan Su, di bernameya li Salona Civînan a Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin de got ku ev bajêr di warê sewaldarî û çandiniyê de xwedî cihekî giring e.
Walî Su, diyar kir ku bajêr ji bo mêşvaniyê xwedî zirûfên lêhatî ye û weha got, “Bajarê me ji her alî ve xwedî potansiyeleke giring e, bi rastî jî xwedî florayeke gelekî dewlemend e. Lewra bajarê me ji bo mêşvanan jî, hem bi kîşwera xwe hem jî bi floraya xwe cihekî bêhempa ye.”
Walî Su, got ku ew dixwazin potansiyela mêşvaniyê li bajêr geş û gurtir bikin û weha axivî:
“Em dixwazin rêjeya kewaran, her weha rêjeya hinguvê nav van kewaran zêdetir bikin. Piştî me ev anî cih, înşelleh dê bajarê me geştir bibe, dê asta wê ya welatê me bilindtir bibe. Ev hem ji bo welatiyên me hem jî ji bo mêşvanan gelekî baş e. Vî karî mesrefa wê kêm lê kara wê zêde ye, her weha bi rastî jî hinguvê vê derê gelekî şîfadar e.”
Walî Su, bi bîr xist ku bajêr di warê curên mêşvaniyê de jî pir zengîn e û got, “Li rex hinguvê kulîlkan hinguvê masîcarkan, hinguvê kewaran, hinguvê sêbelgê/sêpelê, hinguvê reş, yê zer, hinguvê gwîniyan, yê catirê jî dikare li vî bajarî bête hilberandin.”
Walî Su aşkere kir ku ew ê her dem piştgiriyê bi mêşvanan re bikin û weha axivî:
“Şaredariya Bajarê Mezin, Wezareta Çandê û Parêzgerî li pişt vî karî ye, îro em ser navê Şaredariya Bajarê Mezin dibêjin, me sala 2021ê ji bo mêşvanan alîkariya amûrên hilberandinê kirin. Îro jî em ê wek berdewama wê piştgiriya xwe bidomînin.”
Walî Su got, “Wek Şaredarîya Bajarê Mezin em ê 1000 kewar, 500 maske, 500 lepik, 500 pifik û 500 kîlomgram şemayê em li mêşvanan belav bikin. Ez bawer dikim em ê bi hev re bixebitin û karên gelek baş bikin.”
Walî Su, bi bîr xist ku Wezareta Çandinî û Walîtî di vî warî de bi Şaredariya Bajarê Mezin re dixebitin û got, ji perwerdeya gihandina mêşvanan di 4 salan de 200 kesî sûd wergirtiye.
“Em ê veberhênanê bikin”
Walî Su, aşkere kir ku welatiyên dil heye perwerdeya mêşvaniyê bistînin divê serlêdana xwe li Midûrtiya Çandiniyê bikin û axaftina xwe weha qedand:
“Ev mijareke giring e, em çiqas zêdetir hinguvî çêkin hem dê ewqasî mirov ji vî hinguvê bi şîfa mifayê bigire hem jî dê mêşvanên me pê kêfxweş bin. Gava me hemûyan qezenc kir dê refaha welatê me jî bilindtir bibe. Em ê bona vê veberhênan bikin. Yanî em ê bi her awayî bi kêrî serkeftina bajarê xwe û welatê xwe bên.”
Serokê Yekitiya Mêşvanên Diyarbekirê Fahrî Saylak jî di bernameyê de axaftinek kir û bername bi belavkirina ekîpmanan bi dawî bû.