Â
Â
Şaredariya Bajarê Mezin, li navçeya Pîranê li ser 4 hezar metrekareyê Baxçeyê Milet çêkir û baxçe ji bo şêniyan hazir e.
Şaredariya Bajarê Mezin, li navçeyan ji bo zarok, jin, pîr û kal û ciwan her beşên civakê karibin jê sûdê werbigirin qadên hêşîn terxan dike.
Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, li navçeya Pîranê, li ser aqarekî 4 hezar metrekare Baxçeyê Milet ava kir, baxçe ji bo cihê vehesîna welatiyan cihekî xweş e.
Ji vê qadê 2 hezar û 90o metrekare ji bo qada hêşîn, 640 metrekare ji zemînê req pêk tê û li wir dar û ber, kulîlk û dirextên cur bi cur hatin çandin.
Li parkê ji bo welatî lê sporên bikin amûrên werzîşê û rêyên peyasê, textebend ji bo bêhnvedanê, kamelya û bank ji bo rûniştinê hatin danîn û ji bo zarokan jî yarîgeh hatin dabînkirin.
Ji bo ronîkirina hundir û hawirdora parkê stûnên ronahîyê hatin daçikandin.