Aboneyên 100 Evlerê tên çêkirin

 

 

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ),  li ser daxwaza welatiyên li taxa 100 Evlera Peyasê rûniştine xebata girêdana abonetiyê avê da destpêkirin.

Ekîbên DÎSKÎyê, di çarçoveya xebatê de kolandinên pêwist dike û xeta avê ji şebekeye ji bo malan girêdide.

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, xebat li cihê wê çavdêr kirin û got, ji bo 100 malan abone hatine girêdan.

Tutşî, bal kiÅŸand ku av ji bo jiyanê pêdiviya sereke ye, lewra ji bo welatî bê av nemînin û mexdûr nebin ew ê demeke nêzik van aboneyan girê bidin û got ku çawa ku xebat bi encam bibin ew ê 100 Evler bibe xwedî av û dê ro 24 saet av ji kaniyên malên wan biherike. Â