Print this page

4emîn Turnuvaya Aqil û Jîrayî bi dawî bû

 

 

 “4emîn Pêşbirka Aqil û Jîrayî ya Tirkiyeyê” ku bi beşdariya 756 kesên 10-14 salî ji 76 bajarên Tirkiyeyê li Diyarbekirê birêve çû.

Fînala Pêşbirka Aqil û Jîrayî ji aliyê Parêzgeriya Diyarbekir, Şaredariya Bajarê Mezin, Perwerdeya Milî, Midûrtiya Ciwanan û Sporê û Federasyona Pêşbirkên Aqil û Jîrayî ve bi hevkarî hate lidarxistin û pêşbirka du rojan di navbera xwendekarên dibistana seretayî û navîn de birêve çû û di beşên Mangala, Kulami, Pentago, Reversi, Q-bitz, Equilibrio de zarokan di ber hev da.

Piştî pêşbirka li Kompleska Sporê ya Seyrantepe birêve çû kesên serkeftî ji aliyê rayedaran ve hatin xelatkirin.  

Piştre Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Abdullah Çiftçi û Serokê Federasyona Pêşbirkên Aqil û Jîrayî Şaban Kurt xelatên xwendekarên serkeftî diyarî wan kirin.   

Malbatan kêfxweşiya wan parve kir

Muhammed Salih Durbin ji Ruhayê di beşa Kulamî de beşdarî pêşbirkê bû û serkeft, diyar kir ku ew wek aktîvîte beşdarî vê pêşbirkê bûye û got, wî hewl daye û di encamê de bi ser ketiye.

Durbîn, got ku ew gelekî kêfxweş e û bal kişand ku ewî kêfxweşiya xwe ewil bi mamoste û malbata xwe re parve kiriye.

Mustafa Mert Dozmezler ji Balikesîrê di beşa Kure de bi ser keftiye, got ku ji roja ewil de ye wî bi kelecan têkoşiyaye û ji ber serkeftiye gelekî kêfxweş e.

Suleyman Zerenay ji Stenbolê di beşa Mangala de bi ser ketiye, diyar kir ku ji ber serkeftina xwe gelekî kêfxweş bûye û got, malbata wî tim pê re bûye, wî jî serkeftina xwe bi malbata xwe re parve kiriye.