Li Hezro, Baxçeyê Milet tê çêkirin

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin, li navçeya Hezroyê li ser 32 hezar metrekareyê Baxçeyê Milet çêdike.

Şaredariya Bajarê Mezin, li navçeyan seyrangehan çêdike ku ji her temenî jin û zarok, pîr û kal her temen karibe jê sûdê werbigire.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, li taxa Bahçe ya Hezroyê li ser 32 hezar metrekareyê Baxçeyê Milet ava dike û tê de ji 7 celeban 469 dar, ji 3 celeban 1373 devî û dirext danîn û 19 hezar metrekare mêrg çand.  

Li Baxçeyê Milet, 7 textebendên seyranê yên bi ban û 7 yên bê ban, 7 kamelya, 24 banka rûniştinê, 2 kaniyên avê û selikên gelaşan hatin danîn û stûnên ronîkirina elektrîkê jî hatin daçikilandin.

Ekîbên Şaredariyê, li Baxçeyê Milet, ji bo xelk karibe spora xwe bike rêyên peyasekirinê çêdike, amûrên fîtnessê datîne û yarîgehên zarokan çêdike.