Print this page

DÎSKÎyê paqijiya bin avê kir

 

 

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ), bazgeha pompeya li Bendava Dîjleyê ku ava navçeya Erxanî jê têt di paqijî û venêrtinê re borand.

Gerînendetiya Giştî ya DÎSKÎyê, li navenda bajêr, navçe û gundan ji bo şênî karibin aveke paqij bi dest bixin xebatên xwe dewam dike.

DÎSKÎ, ji bo li navenda bajêr, navçeyan û gundan avê bigihîne kaniyên mala welatiyan bi pisporên di warê xwe de şareza tevî ekîpmanê xwe, rê û rêbazên cur bi cur bi kar tîne.

DÎSKÎyê, soberên bi ser Gerînendetiya Rewşên Lezgîn û Afatê ya Diyarbekirê ji bo bilindkirina qelîteya ava bajêr wezîfedar kirin, van soberan li bazgeha pompeyê ya Bendava Dîjleyê ku ava navçeya Erxanî jê têt, paqijiya binavê kir.

Soberên bi tecîzateke misêwa daketin bin avê û paqijiya bazgeha pompeyê kirin û dervankê krepê saxtî kir.

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, diyar kir ku bi vê xebata xwe ew hewl didin qelîteya ava bajêr bilind bikin û armanca wan ew e ku roj 24 saet bênavber aveke paqij berdin ser kaniyên mala welatiyan.