Â
Şaredariya Bajarê Mezin, ji ber xebatên asfaltkirinê Cadeya Gîrne ya li navçeya Baglarê ji hatûçûna trafîkê re digire.
Bi biryara UKOMEyê dê li ser Cadeya Gîrne xebata zift reşandin û qîrkirinê bête meşandin ji ber vê yekê UKOMEyê biryar da ku ev cade roja înê saet di navbera 06-00-17.00ê de ji bo hatûçûna wesayitan bête ragirtin.
Van saetên ku cade tête girtin dê şûna Cadeya Gîrneyê hatûçûna wesayitan di ser Cadeya Nukhet Coşkun arasteyî Cadeya Emekê û Bulvara Medîne bête kirin.
Di dema xebatê de ji bo ewlehiyan peyayan dê li sre cadeyê xebatkarên ewlehiyê amade bin. Her weha dê derwazeyê serî û binê cadeyê alagir hebin ku trafîkê araste bikin.