Deverên jeosît ên Qerejdaxê tên tespîtkirin

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin û Ajansa Geşedanê ya Qerejdaxê ji bo destnîşankirina deverên jeosît ên Qerejdaxê girêbestek îmze kir.

Şaredraiya Bajarê Mezin, di çarçoveya “Nexşerêya sêkuçka zêrîn a Mezopotamyayê” de bi mebesta mîrateya çandî ya Diyarbekirê bixe ber turîzmê û tevkarîyê li geşedana herêmî bike xebatên xwe didomîne.  

Gerînendetiya Şaxa Projeyan, bi mebesta Qerejdaxê têkilî bernameya Jeoparkên Cîhanî ya UNESCOyê bête kirin serlêdan kiriye û ji bo deverên jeosît ên Qerejdaxa ber sînorê Diyarbekirê dikeve bêt lêkolînkirin projeyek amade kir.

Ev proje hate qebûlkirin.

Girêbest, ji aliyê Serokê Daîreya Xizmetên Gundewarî Nîhat Nurbakî û Sekreterê Giştî yê Ajansa Geşedanê ya Qerejdaxê Dr. Hasan Maral ve hate îmzekirin.

Bi boneya projeyê dê ekîbek ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundewarî ve bêt amadekirin ewê 60 rojan li Qerejdaxê xebatê der barê mijarê de bimeşîne.

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2022 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30
31