100 hezar darên fistiqê tên petrûmekirin

 

Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Abdullah Çiftçi, li gundê Baxacik ê bi ser Çinarê kampanyaya niçilandina 100 hezar darên fistiqê da destpêkirin.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo Diyarbekir di çandina fistiq, bahîv û gûzan de li Tirkiyeyê bibe bajarekî pêşeng xebatan dimeşîne.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundewarî, bi projeyekê di sala 2022ê de li navçeya Bismil, Çinar, Çunguş, Pîran, Gêl, Erxenî, Hezro, Henê, Pasûr, Licê, Farqîn, Sûr û Yenîşehrê dê 100 hezar darî bi fistiqê petrûme bike.

Her weha dê li navçeyan jî 12 hezar darên gûzê bêne petrûmekirin.

Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Abdullah Çiftçi, ji bo petrûmekirinê çû gundê Baxacik ê Çinarê û li vir daxuyaniyek da û got, wan karê niçilandinê li vî gundî daye destpêkirin.  

Çiftçi bi bîr xist ku wek Şaredariya Bajarê Mezin ew her dem bi cotyaran re ne û got, sala 2021 û 2022ê ji bo van fêkiyên bi qalik xebatên giring hatine kirin. 

Çiftçi bi bîr xist ku sala par pêncî hezar ajar destek dane cotyaran û got, “Îsal em ê 100 hezra ajarên fistiqan detekê bidin û bi niçilandinê re armanc ew e ku fistiq li Diyarbekirê berbelav bibe.”

Ev karekî giring e

Çiftçi, got ku ew ê îsal 100 hezra fistiqan petrûme bikin û weha axivî:

 “Ev ji bo Diyarbekirê reqemeke giring e û her sala paştir em ê destekê zêdetir bikin. Ji bo ev fêkiyên bi qalik li Diyarbekirê zêde bibin Şaredariya Bajarê Mezin hewldanan dike. Ev karekî giring e. Mixabin herêma me herêmeke dêm e zêde ava me tune ye. Lewra jî giring e em giraniyê bidin ser çandina darên bi qalik. Fistiqê deh qat ji genim bêhtir kara xwe heye. Avhewaya me ji bo vê lêhatî ye. Ku fistiq li Diyarbekirê berbelav bibe dê piştî Entab û Rihayê li Tirkiyeyê di vî warî de bibe bajarekî pêşek.”

Piştî axaftinê Çiftçi ajareke kizwanê bi fistiqê niçiland û kampanya da destpêkirin.