Pirsgirêka avê ya Banîya Karazê tê çareserkirin

 

 

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ), pirsgirêka avê ya gundê Banî yê bi ser Karazê çareser dike.

DÎSKÎyê, ji bo pirsgirêka avê çareser bike xeta peşkînîna avê ya 2 hezar û 54 metir dirêj ava kir.

DÎSKÎyê, ji bo çareserkiirna pirsgirêka avê ya gundê Banî ku ev demeke dirêj e berdewam dike, zend û bend şidandin.

Ekîban, li navçeya Karazê gundê Banî ku 109 xane ye û nifûsa wî 445 e xeta avê ya 2 hezar û 54 metir dirêj danî.

DÎSKÎya ku karê cîbicîkirina boriyan qedand, ji bo çêkirina girêdanên aboneyên nav gundî, elektrîk û xebatên mekanik berdewam e.

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, xebat saxtî kirin û goti ew hewl didin pirsgirêka avê li gund û taxên veder çareser bikin.

“Bila bax û bîstan bi ava vexwarinê neyên avdan”

Tutşî, diyar kir ku ji bo karibin xizmeteke baştir li gundan bikin çêtir girêdana abonetiyê bête çêkirin û got, ji bo av bigihêje her kesê divê avdana zevî û bîstanan bi ava vexwarinê neyê kirin û ji bo vê hişyarî kirin.  

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2023 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
        1 2 3
4 5 6 7 8 9 10
11 12 13 14 15 16 17
18 19 20 21 22 23 24
25 26 27 28 29 30 31