Print this page

Şaredarî aşê 200 salî restore dike

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin, aşekî ku têt texmînkirin 200 sal raboriya wî heye restore dike û dixe ber xizmeta turîzmê

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo nirxên dîrokî û çandî bixe ber xizmeta nifşên dahatûyê xebatên xwe didomîne, niha aşekî tê texmînkirin dawiya sedsala 18an û serê sedsala 19an hatiye çêkirin û li navçeya Sûrê ya tarîxî ye, dîsa vedijîne.

Aş, aydê Şaredariay Bajarê Mezin e, meha Mijadar 2021ê restorekirina wî dets pê kiriye û tê çaverêkirin aş di Tebaxa 2022ê de amade bibe.

Wekî berê av aş dê bi ava ji çiyayê Qerejdaxê têt û di bin Mizgefta Hezretî Sileman re derbas bibe bête xebitandin û wekî berê dê li vî aşî genim bête hêran û ji xelkê re bibe arvan.  

Ardê li vî aşî tê hêran dê li tenûra li baxçeyê aşî bête pahtin û wek nan bête amadekirin.  

Ev nan, dê li bufe û dezgehên civakî yên şaredariya bajarê mezin bikeve ber xizmeta welatiyan.  

Welatiyên ku tên serdana aşê dîrokî, dê li pêş dîmena şetê Dîjleyê û Baxçeyê Hewselê rûnin û ji xwe re nanê germ bixwin, çayê pê re vexwin.