Qeyda havînê ya Akademî Lîseyan dest pê kir

 

 

Li Akademî Lîseyên di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin de xebatan dimeşînin qeydên serdema havînê dest pê kirin.

Akademî Lîse di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê de xwendekarên pola 9, 10, 11, 12 û yên TYT-AYTê bê pere jê sûdê werdigirin û serdema havînê qeyd di navbera 20 hezîran û 4ê tîrmehê de ye.  

Xwendekar bi perwerdeya vir dê kêmasiyên xwe temam bibin û xwe bo Serdema Perwerde-Hîndekarî ya 2022-2023ê baştir amade bikin.

Ezmangerî, astronomî, kodkirina robotîk

Xwendekar, ji bilî dersên branşê dê ji dersên drama, şano, muzîk, govendê, huner û hunerên dîtbarî, aqil û jîrayî, fotogirî, ezmangerî, astronomî, teknolojî, kişik, kodkirina robotîk û gelek çalakiyên dîtir sûdê werbigirin

Bi hatina havînê û germbûna hewayê dinyayê re her 7 rojên hefteyê dê li honikahiya pirtûkxaneyê xizmetê bidin xwendekaran û xwendekar dê ji dersa tekno zanistê sûdê werbigirin.

Xwendekar, dê li fîlmên li gorî temenê xwe temaşe bikin. Gelek çalakiyên çand û hunerî û seşt û seyran di bernameya wan de heye. Dê ji çalakiyên sportîf ên mîna futbol, basketbol, voleybol, avjenî, tenîs, dart, karete, tekwando, jîmnastîk, kîcboks, judo, batminton, atletîzmê sûdê werbigirin.  

Kampa Ciwanan a Gezînê bêpere ye

Di Kampa Ciwanan a Gezînê de xwendekar kom bi kom dê 1 hefte derfeta wan bo geşt û seyranê çêbe û di seyranê de dê çentika pêdiviyan ji xwendekaran re bêt diyarîkirin.

Perwerdekarên di warê xwe de pispor di kampê de dê ji xwendekaran re semînerên der barê nirxan de bide û atolyeyên wêne, hunerên destî, govendê, muzîk, xwendin, sinema, drama û rîtîmê dê hebin.

Cihên qeydê û belge

Kursiyer, ji bo qeydê ligel fotokopiya nasnameyê, belgeya xwendekariyê (mezûn dîplome) dikarin qeyda xwe li Akademî Lîseyan bikin.