Zebeşa Diyarbekir têt parastin

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta parastina zebeşa Diyarbekirê ku xwedî nîşaneya cografî ye, desteke zibil û dermanan bi cotyaran re dike.

Serokatiya Daîreya Geşedana Gundewarî, bi mebesta parastina xweseriya zebeşa Diyarbekirê û destekirina çandina wê zibil û derman da 50 cotyaran.

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Ensarî Erden, li Navenda Çandê ya Alî Emîrî di belavkirina zibil û dermanî de axivî û got, ew bi xebatên xwe piştgiriya cotyaran dikin.

Erden got, “Ev zebeş sembola Diyarbekirê ye û8 ji bo em wê û Diyarbekirê bidin nasîn li gorî derfetên xwe çi ji destê me were em ê bikin.”

Serokê Daîreya Geşedana Gundewarî Nîhat Nurbakî got ku wan li ser daxwaza cotyaran û li ser xwesteka Walî Alî Ihsan Su ew vê malzemeyê belav dikin.

“Şaredariya Bajarê Mezin destekê dide cotyaran”

Serokê Komela Çandinyarên Zebeşan Adil Aydin jî got, ew bizavê dikin ku zebeşa Diyarbekirê bigihînin siberojê.

Aydin, bal kişand ser giringiya destekê û weha axivî:

 “Şaredariya Bajarê Mezin di qelemên dîtir de destekê dide cotyaran. Em dixwazin ev piştgirî berdewam bike. Ji ber vê destekê em spasîyê li rêzdar walî, sekreterê giştî û serekê beşa geşedana karûbarên gundewarî dikin.”

“Em dixwazin zebeşa 70 kîlo bigihînin”

Ramazan Ozê cotyar, diyar kir ku wekî berê niha jî em dixwazin zebeşa herî mezin û herî xweş bigihînin.

Oz, bi bîr xist ku bi desteka zibilî gihandina zebeşa Diyarbekirê gihîştiye asteke jortir û weha got:

 “Ez li gündeki bi ser Sûrê zebeşan diçînim. Bavên me, kalên me zebeşa Diyarbekirê çandiye. Di gelek pêşbirka me me zebeşên 45, 50 û 65 kîlo gihandine. Em dixwazin dîsa zebeşên 60 heta 70 kîlo yên dema bav û kalên me biçînin. Şaredariya Bajarê Mezin di vî warî alî me kir.”

Salname Lêgerîn

« Tîrmeh 2022 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
        1 2 3
4 5 6 7 8 9 10
11 12 13 14 15 16 17
18 19 20 21 22 23 24
25 26 27 28 29 30 31