Pirsgirêka avê ya taxeke Erxenî têt çareserkirin

 

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ), ji bo çareserkirina pirsgirêka avê ya li gundê Berçemê a Erxenî xebateke berfireh da destpêkirin.

Gerînendetiya Giştî ya DÎSKÎyê, ji bo çareserkirina pirsgirêkên avê li tax û gundên veder di çarçoveya plansaziya xwe de xebatan dimeşîne.

Ekîbên DÎSKÎyê, derzên li borîyên ava gundê Berçemê ketine çêkirin û boriyên kevinbûyî jî guhartin.

Ekîbên ku xebateke gur meşand, li girêdana ava dikeve malan jî kontrol kir û kêmasî çareser kirin.

Piştî xebata berfireh, gundê Berçemê ku 205 xane û 705 nifûsa wî heye, êdî bû xwedî aveke bi qelîte kur o 24 saet av diherike kaniyên wan.