Print this page

Konservatuara Bajêr şahiya dawiya salê çêdike

 

 

Kursîyerên Konservatuara Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin, bi çalakiyên xwe yên dawiya salê dê demeke xweş bi şêniyên Diyarbekirê re biborînin.

Konservatuara Bajêr di bin banê Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî de xebatên xwe dimeşîne, 23-24ê hezîranê bi beşdariya 27 kursiyerên beşa govendê, muzîka hunerî, muzîka gel û şanoyê dê bernameya dawiya salê li dar bixe û xwendekar dê tê de şiyanên xwe pêşkêş bikin.

Bername dê li Navenda Çandê û Kongreyan a Sezaî Karakoç bête lidarxistin û xwendekar dê tê de hunerên xwe pêşkêş bikin, stranan bibêjin, wêneyên xwe pêşan bidin.

“Ez gelek tiştî li kursê elimîm”

Ercan Karasoy kursiyer e, diyar kir ku ew ji bo hobi govendê dike û got, bi saya perwerdeyê ew di vî warî de bûye pispor.

Karasoy diyar kir ku gelek feydê kursê li wî bûye û weha axivî:

 “Ez ji beşa mamostetiya perwerdeya bedenê mezûn bûm. Hem ji bo kêfxweşiyê hem jî bo pêşxistina vê hunerê min qeyda xwe li govendê çêkir. Piştî ez hatim kursê ez gelek tiştî elimim her weha gelek dost û nasên min çêbûn.”  

“Bila her kes beşdar bibe”

Yeşîm Karasoy jî kursiyer e û got, ji bo beşdarî aktîvîteyên cur bi cur bibe wê beşdarî di kursan de kiriye.  

Karasoy diyar kir ku ew dema xwe weha bi kêr derbas dike û got, “Gelek kêfa min bi bernameyan têt. Du, sê mehan me perwerde girt. Niha em amadehiya dawiya salê dikin. Heçî karibe bila beşdarî van kursan bibe.”

Baran Ozer xwendekarê zanîngehê te û got ev kurs gelekî bi kêrî perwerdeya wî hatiye û weha axivî:

 “Ji bo demeke xweş biborînim û xwe bi pêş bixim min xwe li van kursan qeyd kir. Mamosteyên me bi dilsozî û ezmûna xwe gelek tişt fêrî me kirin. Em li vir gelek tiştî fêr bûn.”