Xebatên binesaziya Çemê Azîzîyê didomin

 

 

Gerînedetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyona Diyarbekirê (DÎSKÎ) ji bo çareserkirina pirsgirêka ava şêlo ya Çemê Azîzîyê li navçeya Yenîşehrê xebatên xwe dimeşîne.

Gerîndetiya Giştî ya DÎSKÎyê, li taxên Azîziye û Gurdoganê ji ber warnişînbûna bêpergal ava şêlo û gemar diherike meydanê û bêhneke nexweş peyda dibe, lewra xebatên pakkirinê dimeşîne.

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, saxtîya xebatan kir û der barê wê de agahî ji xebatkaran girt.

Tutşî got ku ev proje binesaziya herêmê xurttir dike û weha axivî:

 “Ev salên dûvedirêj e ji ber warnişînbûna bêpergal li vê derê bêhna nexweş a kanalîzasyonê dihat. Ji bo çareserkirina vê pirsê me zend û bend badan. Bi vê projeyê re em ê derdekî mezin ê vê herêmê çareser bikin û nehêlin Şetê Dîjleyê qirêj bibe. Em hewl didin pirsgirêkên xelkê xwe çareser bikin.”