Xwendekarên Henê li cihên dîrokî yên Diyarbekirê gerîyan

 

Şaredariya Bajarê Mezin, xwendekarên li Mala Zanînê ya Gurbiz a Henê perwerde dibin li şûnwarên dîrokî yên Diyarbekirê geştek pêk anî.

Şaredariya Bajarê Mezin, bi bernameya xwe ya “Bigere-Bibîne Diyarbekirê” ku zarokên li navenda bajêr û navçeyan dijîn ji bo cihên dîrokî û turîstîk nas bike li dar dixe, berdewam e.  

Di çarçoveya bernameya ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê ve têt lidarxistin de xwendekarên Mala Zanînê ya Gurbiz a Henê, serdana Birca Keçikê kir, çûn pêş pêşangeha “KULL”, serdana Pira Dehderî û Qesra Gazî kirin.

Îpek Ekin xwendekar e, got ku ew gelekî kêfxweş e ku ligel hevalên xwe hatiye û li Diyarbekirê digere.

Ekin, kêfxweşiya xwe bi gerîna li Diyarbekirê anî ziman û got, “Ez bi vê geştê dîroka Diyarbekirê, çanda wê nas dikim, ev me gelek kêfxweş dike.”

“Min têr foto kişandin”

Hayrûnnisa Yildiz jî diyar kir ku ew cara pêşî ye têt Diyarbekirê û got, ji ber vê gelek kêxweş e.

Yildiz, got ku wê ligel hevalên xwe û mamosteyên xwe demeke xweş borandiye û weha axivî:

 “Her kesê keda wan heye ez spasiya wan dikim. Îro min bi dilê xwe têr û têr foto kişandin. Gavali Henê vegerîm ez ê vana nîşanî hevalên xwe bidin. Ez ê bêjime wan bila ew jî bên û bigerin.”

“Çanda Diyarbekirê nas dikin”

Denîz Ekîn jî bal kişand ku ew gelekî bextewar e ku ligel hevalên xwe û mamosteyên xwe li deverên tarîxî yên Diyarbekirê gerîyaye û got, ev hesteke gelek xweş e.

Ekîn, weha axivî:

 “Mala mamosteyan ava ku em anîne vê derê. Ez pir bi kelecan im. Min çanda Diyarbekirê nas kir. Gava ez çûm deverên dîrokî min dît ka Diyarbekir xwedî çandeke çendî qedîm e. Ez ji her kesê re dibêjim, werin vê derê bigerin û nas bikin.”