Qeydên Fêrgehên Spora Havînê dest pê kir

 

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo zarokên 8-14 salî di 21 branşan de Fêrgehên Spora Havînê vekirin û qeydên b ovan fêrgehan dest pê kirin.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê, bi mebesta tevkariyê di warê fîzîkî û civakî de li pêşketina zarokan bike û zarok havîn xwe kelkgir derbas bikin fêrgehên spora havînê ya bêpere saz dike.  

Di van fêrgehan de di beşa basketbol, cimnastik, hokeya mêrgê, dart, futbol, gulaş, hentbol, judo, karate, kick-boks, tenîsa kortê, tenîsa maseyê, satranç, taekwondo, şopgerî, çîyagerî, tîrvanî, badminton, voleybol û avjeniyê de perwerde têt dayîn.

Tomar

 

Ev rahênan dê li dezgehên sporê yên Şaredariya Bajarê Mezin bêne lidarxistin û ji bo serlêdana van fêrgehan qeyd li malpera https://uyanisgenclik.diyarbakir.bel.tr/ogrenci/sporokullari.aspx têt kirin an jî li Gerînendetiya Sporê qeyd tên wergirtin û ev gerînendetî li Kompleksa Sporê ya Talaytepê ye.

Kesên dixwazin der barê van fêrgehan de agahiyan werbigirin jî dikarin telefonî 0412 229 48 80 hundirîn 4405ê bikin.

Salname Lêgerîn

« Hezîran 2023 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30