Amadekariyên Cejna Qurbanê dest pê kirin

 

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo welatî di Cejna Qurbanê de karibin zexîreya tendurist bi dest bixin û bê kêmasî qurbanê xwe bikirin û serjê bikin zend û bend şidandin.

Şaredariya Bajarê Mezin, berî Cejna Qurbanê der barê amadekariyan de bi beşên têkildar ên şaredariyên navçeyan re civîneke berfireh li dar xist.

Civîn, li Salona Civînan a Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin birêve çû û tê de gavên dê ji bo amadekariya Cejna Qurbanê bêne avêtin, hatin axaftin.

Ekîbên girtina qurbanan tên sazkirin

Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê, li cihên serjêkirin û kirin-firotina qurbanan dê beyteran wezîfedar bike û dê ekîbên girtina qurbanan bên sazkirin.

Ev deverên serjêkirin û kirrîn-firotina qurbanan dê bêne dezenfektekirin û derman lê bêne reşandin.

Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê jî dê gend û dexelê li van deverên serjêkirin û kirrîn-firotina qurbanan peyda dibin paqij bike.  

Dê li van deveran gelek gilêşdank û konteynirên gilêşan bêne bicihkirin.  

Her weha dê li hemû goristanên bajêr paqijî bête kirin.

Zabite dê rê li ber qurbanên qaçax bigire

Serokatiya Daîreya Zabiteyan, dê li deverê serjêkirin û kirrîn-firotina qurbanan misêwa çavdêriyan bike, dê li kirîn-firotin û serjêkirina li deverên dîtir mudaxele bike.

Ekîbên Zabiteyan, arîfeya Cejnê û roja yekê ji bo welatî karibin bi rehetî serdana goristanên xwe bikin dê dijî firoşkarên seyar û parsekan tevdîran bigire.

Cihên qurbanan dê bi ava şid bêt şûştin

Serokatiya Daîreya Îtfaiyê, hemû cihên kirrîn-firotin û serjêkirina qurbanan ku pêwist be dê bi arasozan bi ava şid bişo û paqijiya wan bike.

Serokatiya Daîreya Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê dê kêmasiyên sazûmanî yên van deveran çareser bike.

Gerînendetiya Giştî ya DÎSKÎyê, ji bo deverên serjêkirin û kirrîn û firotina qurbanan rögar nexitimin û vîdanjoran deyne deverê, dê tesîsatên avê di ber çavan re derbas bike û destşokan li deverê cî bi cî bike.