Kursa EKPPSê bo astengdaran bû "çira"

 

 

Astengdarên ku bi kursên bin banê Şaredariya Bajarê Mezin xwe ji bo ezmûna EKPSSê amade dikin, di ezmûnê de puanên bilind wergirtin û gaveke din nêzî xeyalên xwe bûn.  

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ji bo derfetên debarê li welatiyan vebe û welatî karibin şiyanên xwe bi pêş bixin kursan vedike û bi vana rê li ber wan hêsantir dike.

Kesayetên astengdar ên derçûyî dibistana navîn û pêş lîsansê beşdarî ezmûna EKPSSê bûn û tê de puanên baş bi dest xistin.

“Me berginda keda xwe girt”

Umit Kartay perwerdekar e, got ku ewan hewl daye ji bo di zmûnê de bi ser bikevin alî astengdaran kiriye.

Kartay, diyar kir ku wî di kursa EKPSSê de dersên tirkî, dîrok, welatî, matematik û coğrafya daye xwendekaran û weha axivî:

 “Di dersê de ji bo kêmasiyên wan nemînin ez bi wan re xebitîm. Ev kurs du salan carekê têt lidarxistin û 6 mehan didome. Dema perwerdeyê em çarkaniyên cur bi cur li xwendekaran belav dikin û alî wan dikin. Dema amadekariya ezmûnê me test çêkirin û dubare kirin. Me berginda keda xwe wergirt û cihê kêfxweşiyê ye ku gelek şagirtên me di ezmûnê de puanên bilind wergirtin.”

“Ji ber desteka vir ezmûna min baş derbas bû”

Enver Karakaş 22 salî ye û ji Beşa Elektrîkê ya Lîseya Pîşeyî mezûn bûye, got ku gelekî feda vê kursê gihîştiye wan.

Karakaş, diyar kir ku wan di kursê de tenê ders nedîtine her weha beşdarî aktîvîteyên sosyal jî bûne û demeke xweş borandiye.

Karakaş bal kişand ku gelek feyda kursê gihîştiye wî û weha axivî:

 “Ez ji beşa ortopedik beşdarî kursê bûm. Ez hefteyê du rojan diçûm kursê. Kurs gelek baş derbas bû. Di ezmûna EKPSSê de min 87 puan stand. Stresa ezmûnê li vir me gelek baş serderî pê kir. Ji ber desteka vir ezmûna min xweş derbas bû. Ez dixwazim bibim karmend. Dixwazin bibim endezyarê elektronîkê. Ji ber vê piştgiriya wan spasiya Şaredarîya Bajarê Mezin û perwerdekarên xwe dikim.”

“Kelecan hebû lê dîsa ezmûn baş derbas bû”

Mervan Ekîncî kursiyer e, got ku bi saya vê kursê pêşdaraziyên me guherîn.

Ekîncî amaje pê kir ku ji ber eleqeya germ a mamosteyan motivasyona wî bo dersa xurt bûye û weha got:

 “Ji ber astengiya xwe min wisa hizir dikir ku dê paxavê bi min nekin. Lê qet tiştekî wisa nebû. Ez gavekê ji paş de dest bi jiyanê dikin.  Em dixwazin derfet ji me re bêne terxankirin. Em dixwazin xwe li ser lingên xwe bigirin. Mala wan ava, mamosteyên me di vî warî de bi ber milê me re bûn, destê me girt. Gelek ji dil nêzî me bûn. Piştî kursê jî danûstandina me dewam kir.”

Ekîncî, aşkere kir ku ew dixwaze bibe mamosteyê kompûtergeriyê û got, ezmûna wî gelek baş, bi dilê wî derbas bûye.

 “Ez dixwazim bibim mamoste”

Yusuf Korkmaz got ku xeyala wî ye ku bibe mamoste û weha axivî:

 “Min ji rojnameyê seh kir ku kurseke weha heye û min qeyda xwe lê çêkir. Di kursê de mamoste bi me re mijûl bûn û em ji bo ezmûnê amade kirin. Hinek tirs û fikara min hebû lê min serederî bi vê tirsê û fikarê re kir û ezmûna min bi dilê min derbas bû. Min 87 puan stand.” Korkmaz got, ew dixwaze bibe mamoste.

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2023 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
        1 2 3
4 5 6 7 8 9 10
11 12 13 14 15 16 17
18 19 20 21 22 23 24
25 26 27 28 29 30 31