Restorekirina Qesra Mîrzadeyan berdewam e


Şaredariya Bajarê Mezin, xebata restorekirina li Qesra Mîrzadeyan daye destpêkirin ji sedî 60 bi encam kir.

Bi projeya Serokatiya Daîreya Avedanî û Bajarvaniyê re xebatên restorekirina Qesra Mîrzadeyan hate destpêkirin û tê çaverêkirin piştî restorasyon bi dawî bibe dê qesr bi navê şairê gewre Sezaî Karakoç bêt binavkirin.  

Ji bo restorasyon li gorî reseniya wê bête kirin, ekîb gelekî bi baldarî karê xwe dimeşînin.  

Di encama restorekirinê de li qesrê şopên serşok û ocaxên av germkirinê hatin dîtin, destav û deverên çalavê bi ber çav ketin û xebat gelekî bi baldarî tên kirin.

Bîra avê û solîn hatibûn dîtin

Xebatên li ser Qesra Mîrzadeyan bi çavdêriya muzeyê û ber çavdêriya arkeologan tên meşandin û di çarçoveya xebatên hawirçakiyê de li 3 deveran bîra avê, dîwarên qedîm û solînên avê hatibûn vedîtin.

Li gorî lêkolînan ev bermayî aydê serdema 16ê ne û piştî xebat bi encam hat dê bêne pêşandan.

Tê payîn ku Şaredariya Bajarê Mezin xebata restorekirinê payizê bi encam bîne.