Print this page

Li Akademî Zanîngehê gotûbêjek birêve çû

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin û Platforma Zanista Siberojê bi hev re panelek bi navê “Di Dîroka Şaristanî û Zanistê de Ronakbîriya Îslamî” li dar xist.  

Şaredariya Bajarê Mezin, li maleke dîrokî ya Navçeya Sûrê Akademî Zanîngeh ji bo xwendekarên zanîngehê li bernameyên zanist, çand û huner, muzîk, ramyarî û wêjeyî li dar bixin, xiste ber xizmetê û bernameyên vir berdewam dikin.

Akademî Zanîngeh di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê de xebatên xwe didomîne, li vê saziyê bi beşdariya Prof. Dr. Talip Alp, Asistan Prof. Dr. Muhammed İkbal Alp panelek bi navê “Di Dîroka Şaristanî û Zanistê de Ronakbîriya Îslamî” hate lidarxistin.   

Prod. Dr. Alp, di panelê de bal kişand ser mijarê bawerî û şêwaza jiyana mirovan û behsa giringiya wan kir.  

Alp, bal kişand ser giringiya zanîna dîrokê û got, qenc ew e ku li Cografyaya Îslamê her kes bi biratî û aram bi hev re jiyana xwe bidomîne.    

Di dawiya panelê de Alp, pirsên beşdaran bersivandin.

Di bernameyê de Serokê Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê Omer Bugday, Serokê Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî Alî Çelîk, mamoste û xwendekar amade bûn.